11 Çimkî Xudan erd û ezman, derya û hemû tiştên di wan de, di şeş rojan de çêkirin û di roja heftan de bêhna xwe veda. Loma Xudan Roja Septê pîroz û bereket kir û wekî rojeke pîroz nîşan kir.
Xwedê ew pîroz û bereket kirin û ji wan re got: “Zêde û berdar bin, erdê dagirin û bixin bin serweriya xwe. Bibin serwerên masiyên deryayan, teyrên ezmanan û hemû afirîdên dişêlin.”
Ew di navbera min û gelê Îsraêl de nîşanek herheyî ye. Çimkî Xudan erd û ezman di şeş rojan de çêkir û di roja heftan de xwe rihet kir, bêhna xwe veda.’”
“‘Lê wê rojê ezê herêma Goşenê cuda bikim. Çimkî gelê min li wir rûdine. Wê li wir kermoz tunebin. Bi vî awayî tê bizanibî ku li vî welatî Xudan ez im.
Mûsa jê re got: “Gava ez ji bajêr derkevim, ezê destê xwe dirêjî Xudan bikim. Wê êdî brûsk lê nexe û zîpik jî nebare. Bi vî awayî tê bizanibî ku dinya, dinyaya Xudan e.
«Camêrno, hûn çima wisa dikin? Em jî wek we mirov in, evdên Xwedê ne; em Mizgîniyê ji we re tînin, da ku hûn ji van tiştên pûç li wî Xwedayê jîndar vegerin, yê ku erd û ezman, derya û hemû tiştên ku di wan de ne, afirandine.
Di roja pêşî ya heftiyê de, çaxê em civiyan ku nên bişikênin, Pawlos bi wan re dipeyivî û ji ber ku wî dixwest dotira rojê biçûya, peyivîna xwe heta nîvê şevê dirêj kir.
Gava ku wan ev bihîst, bi hev re dengê xwe bilind kirin û ji Xwedê re gotin: «Ya Xwedayê hukumdar! Yê ku erd û ezman, derya û hemû tiştên di wan de afirandiye, tu yî.
Tê bi bîr bînî ku tu li welatê Misrê kole bûyî û Xwedayê te Xudan, tu ji wê derê bi destê xwe yê hêzdar û zendê xwe yê dirêjkirî deranî. Xwedayê te Xudan ji ber vê yekê pîrozkirina Roja Septê li te emir kir.
Û wî bi wî yê ku her û her dijî, yê ku ezman û yên ku tê de ne, erd û yên ku te de ne, derya û yên ku tê de ne afirandine, sond xwar û got: «Êdî wê bi derengmayîn nebe.