9 Paşê Xudan ji Mûsa re got: “Ezê di nav ewrekî tarî de bêm ba te, gava ez bi te re bipeyivim bila gel bibihîze û her û her baweriyê bi te bîne.” Mûsa ya ku gel jê re gotibû gihand Xudan.
Wê roja ku hûn li Horêvê li pêş Xwedayê xwe Xudan sekinîn, bi bîr bînin. Wî çaxî Xudan ji min re got: ‘Ji bo ku peyvên min guhdarî bikin gel bicivîne û bila di tevahiya jiyana xwe de ji min bitirsin û vê hînî zarokên xwe jî bikin.’