18 Ji her dera Çiyayê Sînayê dû bilind dibû, çimkî Xudan di nav êgir de daketibû serê çiyê. Wekî dûyê ji êtûnekê rabe, ji serê çiyê dû bilind dibû û hemû çiya dilerizî.
Kesê nêzî çiyê bibe, an wê bê kevirkirin, an jî bi tîran bê kuştin. Çi mirov, çi heywan wê nejî.’ Kengê demeke dirêj li boriyê hat xistin, bila gel hilkişe çiyê.”
Hûnê di newala çiyayê min çêkir re birevin. Çimkî wê ew newal di nav çiyayan de xwe bigihîne Asalê. Çawa ku di dema Ûzziyayê Padîşahê Cihûdayê de hûn ji erdhejê reviyabin, hûnê dîsa wisa birevin. Wê gavê wê Xwedayê min Xudan bi tevahiya pîrozên xwe re were!
û got: “Xudan ji Çiyayê Sînayê hat, Ji Çiyayê Seîrê li ser gelê xwe hilat. Ew li Çiyayê Paranê biriqî, Ew bi deh hezar pîrozan re hat, Di destê wî yê rastê de pêtên êgir hebûn.
“Xudan ev gotin li çiyê, ji nav êgir, ji nav ewr û tariya kûr, ji tevahiya civaka we re bi dengekî bilind gotin. Wî tiştekî din lê zêde nekir. Wî ev gotin li ser du lewheyên kevirîn nivîsîn û dan min.
û we bi me re rihet bike, hûn ên ku tengahiyê dikişînin. Ev wê weha be: Gava Xudan Îsa bi milyaketên xwe yên bihêz ve di pêta êgir de ji ezmên xuya bibe,
Lê Roja Xudan wê wek dizan bê. Di wê rojê de ezman wê bi guregureke mezin winda bibin, hêman wê bişewitin, erd û her tiştê ku tê de ye wê ji hev bikeve, tune bibe.