Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Derketin 18:9 - Kurmanji Încîl

9 Yîtro, bi hemû qenciya ku Xudan bi gelê Îsraêl re kiriye û ew ji destê Misriyan rizgar kirine, dilşa bû.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Derketin 18:9
8 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Min neheqiyên te wekî ewran Û gunehên te wekî mijê paqij kirin. Li min vegere, çimkî min tu rizgar kirî.


Ezmanno, ji kêf biqîrin! Çimkî Xudan ev kir. Binê erdê jî biqîre! Çiyano, bi şahî biqîrin! Daristan û her dara tê de jî! Çimkî Xudan Aqûb rizgar kir Û wê li welatê Îsraêl rewnaqiya xwe diyar bike.


Ezê karên Xudan ên dilovaniyê Û kirinên Xudan ên hêjayî pesindanê bi bîr bînim. Çimkî Xudan ji bo me gelek tişt kirin Û qenciya wî ya bi Mala Îsraêl kiriye mezin e Ku li gorî rehm û dilovaniya xwe ya mezin kiriye.


Hemû kesên ku ji Orşelîmê hez dikin, Pê re şa bin, ji bo wê dilgeş bin! Hemû kesên ji bo wê şînê dikin, Bi zêdebarî pê re dilşa bin!


Di biraheziyê de, bi dilovanî ji hevdû hez bikin. Di hurmetgirtinê de ji xwe bêtir hurmeta hevdû bigirin.


Bi yên ku şa dibin re, şa bin, bi yên ku digirîn re bigirîn.


Eger endamek êşê bikişîne, hemû endam bi wî re êşê dikişînin. Eger siyaneta endamekî bê girtin, hemû endam bi hev re şa dibin.


Şawûl ji Qêniyan re got: “Herin veqetin, ji nav Emalêqiyan derkevin ku ez bi wan re we jî helak nekim. Çimkî dema ew ji Misrê derketin we dilovanî bi hemû Îsraêliyan re kir.” Qênî jî, ji nav Emalêqiyan veqetiyan.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ