8 Mûsa her tiştê ku Xudan ji bo xatirê Îsraêliyan bi Firewn û Misriyan kiriye, tengasiyên ku di rê de kişandibûn û Xudan ew çawa rizgar kirine, yek bi yek ji xezûrê xwe re gotin.
“Ya Xwedayê me! Ya Xwedayê mezin ê hêzdar û biheybet ku peyman û dilsoziyê diparêze, ji roja padîşahiya Aşûriyan heta îro, padîşahên me, serekên me, kahinên me, pêxemberên me, bavkalên me û tevahiya gelên me, tengasiya ku hatiye serê me, bila li ber çavên te kêm xuya nekin.
Tirs û sawê bi ser wan de girt, Ew li ber zendê te yê mezin, Wekî kevir bêtevger man, Heta ku gelê te derbas bû, Heta ku ev gelê te derbas bû ya Xudan.
Ji wan re got: “Xwezî Xudan hê gava em li welatê Misrê bûn, em bikuştana! Qet nebe em li ber sîtilên goşt rûdiniştin û me têra xwe dixwar. Lê belê, we em anîn beriyê ku tevahiya civakê ji birçiya bikujin!”