22 Bila ew hergav ji bo gel dadgeriyê bikin. Bila ew dozên mezin bînin pêşberî te û yên biçûk ew bi xwe çareser bikin. Bi vî awayî wê karê te bikin û barê te sivik bibe.
“Lê tu Ezrayo! Li gorî şehrezabûna Xwedayê te ya bi te re, serek û dadgeran kifş bike. Bila ew edaletê li ser tevahiya gelê herêma rojavayê Feratê ku Şerîeta Xwedayê te dizanin pêk bînin. Tu jî Şerîetê hînî kesên ku nizanin bike.
Ezê werim xwarê û li wir bi te re bipeyivim. Ezê ji ruhanîtiya li ser te hilînim û bidim wan. Ji bo ku tu tenê hilnegirî, wê gel vî barî bi te re hilgire.