21 Tu ji nav tevahiya gel, mirovên bikêrhatî, Xwedêtirs, rast û yên ji qezenca neheq nefret dikin hilbijêre û wan li ser komên hezaran, sedan, pênciyan û dehan bike serek.
Diyarê Misrê li ber te ye. Bav û birayên xwe li dera herî baş a welêt bi cih bike. Bila li herêma Goşenê rûnin. Heke di nav wan de yên jêhatî hebin, wan li ser pez û dewarê min bike serkar.”
Gava ez ji ba te herim, wê Ruhê Xudan te bibe cihekî ku ez pê nizanim. Gava ez bêm ji Ahav re bêjim û ew te nebîne, wê min bikuje. Lê ev xulamê te ji zarokatiya xwe ve ji Xudan ditirse.
“Lê tu Ezrayo! Li gorî şehrezabûna Xwedayê te ya bi te re, serek û dadgeran kifş bike. Bila ew edaletê li ser tevahiya gelê herêma rojavayê Feratê ku Şerîeta Xwedayê te dizanin pêk bînin. Tu jî Şerîetê hînî kesên ku nizanin bike.
Kesê di riya heq de diçe û ya rast dibêje, Kesê qezenca bi zordariyê red dike, Kesê destê xwe ji bertîlê dûr digire, Kesê guhê xwe ji gotinên xwînrijandinê re digire Û ji bo xerabiyê nebîne, çavê xwe digire,
“Li kuçeyên Orşelîmê virde wêde dibezin, Lê binêrin û fêm bikin, Li meydanên bajêr bigerin. Gelo hûnê zilamekî heqiyê dike Û li rastiyê digere bibînin Ku ez bajêr bibexişînim?