19 Tu guhê xwe bide dengê min, ez şîretekê li te bikim û bila Xwedê bi te re be! Divê tu ji dêla gel ve, li ber Xwedê bisekinî. Meseleyên wan bibî ber Xudan.
Min xwest ku gotina xweyê min padîşah min rihet bike. Çimkî wekî milyaketê Xwedê, xweyê min padîşah qencî û xerabiyê ji hev derxe. Xwedayê te Xudan bi te re be!”
“Çaxê hûn li dijî dijminên xwe herin şer û we dît ku hesp, erebe û artêşên wan ji yên we bêtir in, ji wan netirsin. Çimkî Xwedayê we Xudan ê ku hûn ji welatê Misrê deranîn bi we re ye.