12 Piştre Yîtroyê xezûrê Mûsa qurbanên şewitandinê û qurbanên din ji Xwedê re anîn. Harûn û hemû rîspiyên gelê Îsraêl, ji bo ku bi xezûrê Mûsa re li hizûra Xudan xwarinê bixwin hatin.
Dawid jê re got: “Netirse. Ji bo xatirê bavê te Yonatan, ezê qenciyê li te bikim. Hemû axa bapîrê te Şawûl ezê li te vegerînim. Tê herdem li ser sifra min xwarinê bixwî.”
Gava rojên ziyafetê diqediyan, Eyûb gazî wan dikir û bi vî awayî ew pîroz û paqij dikirin. Ew serê sibê zû radibû, li gorî hejmara zarokên xwe qurbanên şewitandinê pêşkêş dikir û digot: “Belkî zarokên min guneh kiribin û di dilê xwe de çêrî Xwedê kiribin.” Eyûb hergav wiha dikir.
Hemû xwişk, bira û nasên wî yên berê hatin ba wî. Li mala wî, wan pê re xwarin xwar. Wan êşa wî parve kir û ji ber hemû belayên ku Xudan anîn serê wî, ew teselî kir. Her yekî perçeyek zîv û gustîleke zêrîn dan wî.
Niha ji bo xwe heft conega û heft beranan bibin û herin ba Eyûbê xulamê min û ji bo xwe qurbana şewitandinê pêşkêş bikin. Bila Eyûbê xulamê min ji bo we dua bike. Ezê duaya wî qebûl bikim û bergîdana ehmeqiya we nedim. Çimkî we wekî Eyûb nekir û li ser min a rast negot.”
“‘Tê ji bo min ji axê gorîgehê çêkî. Tê qurbanên xwe yên aştiyê û şewitandinê, pez û dewarên xwe li wê derê serjê bikî. Li her dera ku ez navê xwe bi bîr tînim, ezê bêm ba te û te pîroz bikim.
Mûsa konek hildida, ew li derve, ji artêşgehê hinekî dûr vedida. Navê wir danî “Konê Hevdîtinê.” Kesê bixwesta bi Xudan bişêwiriya, diçû konê hevdîtinê yê li derveyî artêşgehê.
Mûsa ji Hovavê kurê Reûêlê Mîdyanî yê xezûrê xwe re got: “Em diçin warê ku Xudan got: ‘Ezê bidim we.’ Bi me re were, emê qenciyê bi te bikin. Çimkî Xudan soz da ku wê qenciyê bi gelê Îsraêl bike.”