14 Xudan ji Mûsa re got: “Tu vê wekî bîranînekê di nivîseke de binivîse û di guhê Yêşû de jî bibêje ku ezê navê Emalêqiyan bi tevahî ji ser rûyê erdê rakim.”
“Ma em dîsa emrên te bişikênin û bi gelên ku tiştên kirêt dikin re bibin merivên hev? Ma heta ku tu me biqedînî û kesên saxmayî nemîne, tê li me hêrs nebî?
Ev, wê li ser destê we wekî nîşanekê, li ser eniya we wekî nîşaneke bîranînê bimîne ku Şerîeta Xudan li ser zimanê we be. Çimkî Xudan bi destê xwe yê hêzdar hûn ji Misrê deranîn.
Mûsa hemû gotinên Xudan nivîsî. Ew serê sibê zû rabû û wî li qûntara çiyê gorîgehek çêkir. Wî li gorî duwanzdeh eşîrên Îsraêl, duwanzdeh kevirbel çikandin.
Wî çaxî hûnê ji wan re bêjin: ‘Çemê Şerîayê li ber Sindoqa Peymana Xudan hat birîn. Erê gava Sindoqa Peymanê derbas dibû, av hat birîn. Ev kevir wê her û her ji bo gelê Îsraêl bîranîna vê yekê bin.’”