23 Ew gihîştin Marayê. Lê wan nikaribûn ji ava Marayê vexwin, çimkî tehl bû. Loma navê “Mara” li wê derê danîn.
Ji Pî-Hahîrotê bi rê ket, di nav deryayê re derbas bû û hat beriyê. Li Beriya Êtamê qonaxa sê rojan koç kir û li Marayê kon veda.
Naomî ji wan re got: “Ji min re nebêjin: ‘Naomî,’ ji min re bibêjin: ‘Mara.’ Çimkî Xwedayê Karîndar bi min gelek da kişandin.