16 Tirs û sawê bi ser wan de girt, Ew li ber zendê te yê mezin, Wekî kevir bêtevger man, Heta ku gelê te derbas bû, Heta ku ev gelê te derbas bû ya Xudan.
Li dinyayê miletekî ku bişibe gelê te Îsraêl tuneye. Tu rabûyî ku wan rizgar bikî û wan bikî gelê te. Te bi karên mezin û tirsehêz nav û deng da. Te miletên din û îlahên wan, ji ber gelê xwe qewitandin ku te ew ji bo xwe ji Misrê rizgar kiribû.
Lê wê seyek jî li ba gelê Îsraêl û heywanên wan devê xwe veneke. Bi vî awayî hûn bizanibin Xudan çawa ferq û meyliyekê di navbera gelê Îsraêl û Misriyan de çêkiriye.
Mûsa her tiştê ku Xudan ji bo xatirê Îsraêliyan bi Firewn û Misriyan kiriye, tengasiyên ku di rê de kişandibûn û Xudan ew çawa rizgar kirine, yek bi yek ji xezûrê xwe re gotin.
Îcar hay ji xwe û ji hemû keriyê ku Ruhê Pîroz hûn di nav de kirine çavdêr, hebin. Şivantiya civîna bawermendan a Xwedê bikin a ku wî bi xwîna Kurê xwe bi dest xistiye.
Wê tu kes li ber we nesekine. Wê Xwedayê we Xudan çawa ku soz daye we, li tevahiya welatê ku pehniya piyê we lê bikeve, wê tirs û sawa we serdest bike.
Lê hûn «nifşekî bijartî, kahînên Padîşahiyê, miletekî pîroz û gelê Xwedê bi xwe ne, da ku hûn karên wî yên hêjabilind bidin bihîstin.» Wî, hûn ji tariyê gazî ronahiya xwe ya nedîtî kirine.
Lê çawa ku di nav gelê Îsraêl de pêxemberên derewîn hebûn, wisa wê di nav we de jî mamosteyên derewîn hebin. Ewê bi dizî hînkirinên wêranker bînin hundir û heta ewê wî Xudanê ku ew kirrîne jî înkar bikin. Lê belê ewê zûka helakê bînin ser xwe.