4 Ezê dilê Firewn hişk bikim. Wê li pey wan bikeve û ezê jî li ber Firewn û tevahiya artêşa wî rûmetdar bibim. Wê Misrî bizanibin ku Xudan ez im.” Îsraêliyan wiha kir.
Te li dijî Firewn, tevahiya xulamên wî û tevahiya gelê welatê wî nîşan û keramet pêk anîn. Çimkî te dizanibû wan çiqas zilm û zorî li ser wan kir. Herwekî îro, te nav û dengê xwe belav kir.
Gava ji Firewn re gotin gel reviyaye, Firewn û karmendên wî fikra xwe guhertin û gotin: “Wey me çi kir? Me Îsraêlî berdan ku herin û me koleyên xwe winda kirin!”
Mûsa ji Harûn re got: “Xudan gotibû: “‘Bi saya kesên ku nêzîkî min dikin, Ezê pîroziya xwe nîşan bidim. Li ber çavê tevahiya gel, Ezê birûmet bim.’” Harûn bêdeng ma.
Çimkî di Nivîsara Pîroz de ji Firewn re weha tê gotin: «Ji bo vê yekê min tu rakirî, da ku ez hêza xwe li ser te nîşan bidim û navê min li seranserê dinyayê bê danbihîstin.»
Çimkî Xudan dilê wan hişk kiribû ku ew li dijî gelê Îsraêl şer bikin û bên tunekirin. Çawa Xudan li Mûsa emir kiribû, ew li ber wan neketin û tune kirin.