27 Mûsa destê xwe bi ser deryayê ve dirêj kir. Ber destê sibê derya zivirî ser rewşa xwe ya berê. Gava Misrî ji ber avê direviyan, Xudan ew di nav deryayê re hiştin.
Çawa ku wî Mîdyanî li Zinarê Orêvê têk birin, wê Xudanê Karîndar qemçî li dijî wan rake. Wê gopalê wî li ser deryayê be û wekî wî li Misrê kir, wê li dijî wan jî rake.
ya ku anî serê artêşa Misrê, hespên wan û erebeyên wan ên şer, çawa ku gava ew li pey we bûn, wî ew di bin ava Derya Sor de hiştibûn û heta îro ew tune kiribûn,
Gava wan li min kir hewar, min navbera we û Misriyan tarî kir û bi ava deryayê ser Misriyan nixamt. Tiştên ku min li Misriyan kirin, we bi çavê xwe dîtin. “‘Paşê hûn demeke dirêj li beriyê man,
Bi vî awayî kahinên ku Sindoqa Peymana Xudan hildigirin ji nav Çemê Şerîayê derketin û gava binê lingên wan li erdê ziwa ket, ava çêm wekî berê herikî û kevî dan ber xwe.