Ebayê ku ji ser Êlyas ketibû, hilda li avê xist û got: “Xudan Xwedayê Êlyas li ku ye?” Gava wî jî li avê xist, av bi wî alî û vî alî ve bû du şeq û Êlîşa derbas bû.
Gava hespên Firewn, erebeyên wî yên şer û siwarên wî ketin deryayê, Xudan avên deryayê bi ser wan de anî. Lê gelê Îsraêl di nav deryayê re, li ser erdê ziwa meşiya.
Wê Xudan Kendava Suweyşa Misrê Bi tevahî biçikîne. Wê destê xwe bi bayê şewatê Li ser Çemê Feratê bihejîne. Wê lê bixe û di nav heft newalan de parve bike Ku mirov bi çaroxan tê re derbas bibin.
ava ji jor ve diherikî sekinî, ji dûr ve li bajarê Adamê, nêzîkî Saretanê li cihekî kom bû. Ava ku diherikî Gola Eravayê –Gola Xwê– bi tevahî hat birîn. Gel ji pêşberî Erîhayê çem derbas kir.
Gava tevahiya gelê Îsraêl Çemê Şerîayê derbas dikir, kahinên ku Sindoqa Peymana Xudan hildigirin, li erdê ziwa yê di nîvê çêm de sekinî. Bi vî awayî tevahiya milet çemê ziwa derbas kir.