20 Stûna ewran di navbera artêşa Misrê û gelê Îsraêl de sekinî. Tevahiya şevê ewr aliyekî dikir tarî û aliyê din dikir ronahî. Loma seranserê şevê herdu alî nêzîkî hev nebûn.
Milyaketê Xwedayê ku li pêşiya artêşa Îsraêliyan rêve diçû cihê xwe guhert û da pey wan. Stûna ewran jî ya ku li pêşiya wan bû, cihê xwe guhert û li pişt wan sekinî.
Gava wan li min kir hewar, min navbera we û Misriyan tarî kir û bi ava deryayê ser Misriyan nixamt. Tiştên ku min li Misriyan kirin, we bi çavê xwe dîtin. “‘Paşê hûn demeke dirêj li beriyê man,