Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Derketin 14:19 - Kurmanji Încîl

19 Milyaketê Xwedayê ku li pêşiya artêşa Îsraêliyan rêve diçû cihê xwe guhert û da pey wan. Stûna ewran jî ya ku li pêşiya wan bû, cihê xwe guhert û li pişt wan sekinî.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Derketin 14:19
14 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Te bi destê Mûsa û Harûn Gelê xwe wek keriyekî ajot.


Wî ew bi ewlehî rêve birin, netirsiyan; Deryayê dabiland dijminê wan.


Stûna ewran di navbera artêşa Misrê û gelê Îsraêl de sekinî. Tevahiya şevê ewr aliyekî dikir tarî û aliyê din dikir ronahî. Loma seranserê şevê herdu alî nêzîkî hev nebûn.


Di nobeta serê sibê de, Xudan ji stûna êgir û ewran li artêşa Misrê nêrî û ew kirin nav tirs û sawê.


Rabe here gel bibe cihê min ji te re got. Wê milyaketê min jî bide pêşiya te. Roja cezakirinê, ezê wan ji ber gunehên wan ceza bikim.”


Çimkî hûnê bi lez dernekevin, Hûnê bi rev neçin. Çimkî wê Xudan li pêşiya we here, Xwedayê Îsraêl wê parêzvanê li pey we be.


Wî çaxî wê ronahiya we wekî seherê derkeve, Hûnê zû şifayê bibînin. Wê rastiya we li pêşiya we here, Wê rûmeta Xudan parêzvanê li pey we be.


Di tevahiya tengasiya wan de ew aciz bû. Milyaketê ku ji hizûra wî hat ew rizgar kirin. Erê, Xudan bi hezkirin û rehma xwe ew rizgar kirin, Ew hildan û di hemû rojên borî de ew hilgirtin.


Xudan bi riya pêxemberekî, Gelê Îsraêl ji Misrê deranî, Bi riya pêxemberekî jî ew parast.


Wê Xwedê rabe, rê veke û li pêş gel bimeşe. Wê gel dergehê bajêr bişikêne û derkeve derve. Wê Padîşahê wan li pêş wan here, Wê Xudan li ser serê wan be.


Wê rojê wê Xudan şêniyên Orşelîmê biparêze. Wê rojê wê kesê di nav wan de herî sist, wekî Dawid be. Mala Dawid jî wekî Xwedê be, wekî milyaketê Xudan be ku li pêşiya wan be.


Lê gava me lavayî Xudan kir, wî dengê me bihîst, milyaketek şand û em ji Misrê deranîn. “‘Niha em li Qadêşê ne ku nêzîkî sînorê te ye.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ