18 Gava ez li ber Firewn, erebeyên wî yên şer û siwarên wî rûmetdar bûm, wê Misrî bizanibin ku Xudan ez im.”
Tu jî, ji kurên xwe û neviyên xwe re bêje min çawa bi nîşanan Misir rezîl kir ku hûn bizanibin Xudan ez im.”
Wî tekelên erebeyan deranîn ku wan bi zehmetî ew ajotin. Misriyan got: “Em ji ber gelê Îsraêl birevin, çimkî Xudan ji bo wan li dijî me şer dike.”
Ezê dilê Firewn hişk bikim. Wê li pey wan bikeve û ezê jî li ber Firewn û tevahiya artêşa wî rûmetdar bibim. Wê Misrî bizanibin ku Xudan ez im.” Îsraêliyan wiha kir.
Ezê we bikim gelê xwe û bibim Xwedayê we. Hûnê bizanibin ku ez Xwedayê we Xudan im û min hûn ji bin barê Misriyan deranî.
Xudan wiha dibêje: Tê bi vê yekê bizanibî ku ez Xudan im. Ezê gopalê destê xwe li ava Nîlê bixim û wê bibe xwîn.
Gava min destê xwe dirêjî Misrê kir û gelê Îsraêl ji nav wan deranî, wê Misrî bizanibin ku Xudan ez im.”