13 Mûsa ji wan re got: “Netirsin, li cihê xwe bisekinin û rizgarkirina ku wê Xudan îro ji we re bîne bibînin. Çimkî Misriyên hûn îro dibînin, hûnê tu caran nebînin.
Wê şevê Xudan lê xuya bû û got: “Ez Xwedayê bavê te Îbrahîm im. Netirse, ez bi te re me. Ezê te pîroz bikim û ji bo xatirê xulamê xwe Îbrahîm ziriyeta te zêde bikim.”
Jê re bêje: ‘Hay ji xwe hebe, aram be û ji van herdu perçeyên êzingên nîvşewitî, ji hêrsa dijwar a Resînê Padîşahê Aramê û kurê Remalya netirse. Bila dilê te wêrek be.
Ya Xudan, ma tu ji çeman hêrs bûyî? Xezeba te ji bo rûbaran e? Çaxê tu li hespên xwe, Li erebeyên xwe yên rizgariyê siwar bûyî, Ma xezeba te li dijî deryayan bû?
Tenê li dijî Xudan ranebin û ji gelê welêt netirsin. Çimkî emê wan wekî pariyek nan bixwin û biqedînin. Siya ku wan xwe spartiye rabûye û Xudan bi me re ye. Ji wan netirsin.”
Wê ji wan re bêje: ‘Ya gelê Îsraêl, bibihîze! Îro hûn herin li dijî dijminên xwe şer bikin. Dilwêrek bin û netirsin! Sil nebin û ji ber wan nekevin sawê.