9 Ji wî goştî, xav û di nav avê de kelandî nexwin lê bi ser û pê tevî ûr û roviyan, li ser êgir biraştî bixwin.
Divê wê şevê ew goştê biraştî yê li ser êgir bi nanê şikeva û giyayên tehl re bixwin.
Tê tevahiya bezê ûr û roviyan, perdeya kezebê, herdu gurçik û bezê ser wan li ser gorîgehê bişewitînî.
Tê berên perçe bikî, ûr û rovî û pepikên wî bişoyî û deynî ber serî û perçeyên din.
Wî ji jor ve agir şand, ew ket nav hestiyên min. Wî tor danî ber lingên min û ez zivirandim. Wî ez wêran kirim, ez tevahiya rojê xayîs im.
Lê wê ûr û rovî û pepikên wî bi avê bên şûştin. Paşê wê kahin wan hemûyan wekî qurbana şewitandinê li ser gorîgehê bişewitîne. Ev pêşkêşiya şewitandinê ye ku bêhna wê bi Xudan xweş tê.
Li dera wê Xwedayê we Xudan hilbijêre, hûnê goştê xwe bipêjin û bixwin. Serê sibê hûnê vegerin konê xwe.