Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Derketin 12:31 - Kurmanji Încîl

31 Wê şevê Firewn gazî Mûsa û Harûn kir û ji wan re got: “Rabin, hûn û gelê Îsraêl ji nav gelê min derkevin. Çawa ku we gotibû rabin û xulamiya Xudan bikin!

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Derketin 12:31
12 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Bi çûyina wan Misir şa bû, Çimkî tirsa Îsraêliyan ketibû ser wan.


Mûsa got: “Bila wekî te be! Ezê careke din te nebînim.”


Mûsa got: “Emê bi kal û xortên xwe, bi kur û keçên xwe, bi pez û dewarên xwe re herin. Çimkî emê cejna Xudan pîroz bikin.”


Xudan ji Mûsa re got: “Ezê belayeke din bînim ser Firewn û Misrê, piştre wê we berde. Wê bi awayê ku biqewitîne jî, we berde.


Wê hemû karmendên te werin, li ber min herin ser çokan û bêjin: Rabin herin, tu û kesên li pey te! Piştî vê yekê, ezê herim.’” Bi vî awayî ew bi hêrsa mezin ji ba Firewn rabû.


Wan bi hevîrê ku ji Misrê bi xwe re anîbûn nanê şikeva çêkirin. Hevîrê wan tirş nedibû. Çimkî hevîrtirş tunebû. Ew ji Misrê hatibûn qewitandin û nikaribûn dereng bimînin û ji xwe re xwarin amade bikin.


Xudan ji Mûsa re got: “Tê bibînî niha ezê çi bi Firewn bikim. Wê ji ber destê min ê hêzdar gelê Îsraêl berde û ji ber destê min ê hêzdar wan ji welatê xwe biqewitîne.”


Firewn gazî Mûsa û Harûn kir û ji wan re got: “Herin li vî welatî ji Xwedayê xwe re qurbanan serjê bikin.”


Firewn gazî Mûsa û Harûn kir û got: “Ji Xudan lava bikin ku beqan ji min û gelê min dûr bixe. Ezê gel berdim ku ji Xudan re qurbanan serjê bikin.”


Ev çi dilreqî û serhişkiya we ye ku hûn wekî Misriyan û Firewn dikin? Ma hûn nizanin piştî ku Xwedê gelek bela anîn serê Misriyan ew serbest berdan û kir ku Îsraêlî ji Misrê derkevin?


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ