30 Wê şevê Firewn, hemû karmendên wî û hemû gel hişyar bû û li tevahiya Misrê hewar bilind bû. Çimkî malek nema ku mirî tê de nebin.
Wî rê li ber hêrsa xwe vekir, Canê wan, ji mirinê nedirixand, Jiyana wan da destê webayê.
Firewn got: “Heke ez bihêlim hûn û zarokên xwe herin, bila Xudan alîkarê we be! Jixwe niyeta we xerab e!
Li seranserê welatê Misrê wê hewareke wisa rabe ku heta niha nehatiye dîtin û wê careke din jî neyê dîtin.
Kesê guhê xwe nade hewara belengazan, Kes bersiva hewara wî jî nade.
Wê li hemû rezan bibe şîn, Çimkî ezê di nava we re derbas bibim” dibêje Xudan.
Kul li pêş wî diçe, Êşa mirinê li pey wî ye.
«Nîvê şevê dengek hat: ‹Va ye, zava tê! Derkevin pêşiya wî!›
Çimkî dîwan, ji bo wî yê ku rehm nekiriye bê rehm e, lê rehm li hember dîwanê bi ser dikeve.
Kunêr di laşê saxan de derketin. Qîrîna bajariyan gihîşte ezmanan.