29 Nîvê şevê Xudan li hemû nixuriyên li welatê Misrê xistin. Ji nixuriyê Firewn ê li ser têxt bigire heta nixuriyê girtiyê hepsê, wî hemû nixuriyên mirov û heywanan kuştin.
“‘Ezê wê şevê di welatê Misrê re derbas bibim. Hem ji mirovan û hem jî, ji heywanan, hemû yên pêşî bikujim û tevahiya îlahên Misrê dadbar bikim. Ez Xudan im.
Çaxê Firewn serhişkî kir û em bernedan, Xudan li welatê Misrê ji pêşiyê mirov bigire heta pêşiyê heywanan, hemû yên pêşî çêbûne kuştin. Ji ber vê yekê em pêşiyê nêr ê heywanan dikin qurban û ji bo kurê xwe yê pêşî jî heywanekî berdêl didin.’
Wê gavê wan Yêremya girt û avêt sarinca Malkiyayê kurê padîşah ku li hewşa parêzvanan bû. Wan Yêremya bi werîsan daxist jêr. Di sarincê de ne av, tenê herî hebû. Yêremya ket nav heriyê.
Çimkî her yê pêşî yê min e. Roja min li welatê Misrê li hemû kurên pêşî xist, min ji gelê Îsraêl çi mirov, çi heywan ji bo xwe her yê pêşî veqetandin. Ez Xudan im.”
Ji ber ku di nav gelê Îsraêl de, çi mirov, çi heywan, hemû berên pêşî, yên min in. Roja ku min li welatê Misrê li hemû kurên pêşî xist, min ew ji xwe re veqetandin.