27 wê gavê ji wan re bêjin: ‘Ev qurbana Cejna Xudan a Derbasbûnê ye. Çimkî gava Xudan li Misriyan xist, di ser malên me re derbas bû û em xilas kirin.’” Gelê Îsraêl deverû çû erdê û perizî.
Paşê Dawid ji tevahiya civatê re got: “Pesnê Xwedayê xwe Xudan bidin!” Bi vî awayî tevahiya civatê, pesnê Xwedayê bavkalên xwe Xudan da. Serê xwe tewandin û li ber Xudan û padîşah deverû çûn erdê.
Hûnê bi vî awayî wî bixwin: Divê pişta we girêdayî, çaroxa we di lingê we de û gopalê we di destê we de be. Divê hûn wî zû bixwin. Çimkî ev Cejna Xudan a Derbasbûnê ye.
Xudan ji bo li Misriyan bixe wê derbas be. Gava ew li serder û kêlekên deriyên we xwînê bibîne, wê di ser re derbas bibe û wê nehêle yê helak dike bikeve malên we û li we bixe.