23 Xudan ji bo li Misriyan bixe wê derbas be. Gava ew li serder û kêlekên deriyên we xwînê bibîne, wê di ser re derbas bibe û wê nehêle yê helak dike bikeve malên we û li we bixe.
Dema milyaket ji bo Orşelîmê tune bike destê xwe dirêj kir, Xudan fikra xwe ya hilweşandinê guhert. Ji milyaketê ku gel tune dikir re got: “Bes e! Destê xwe bikişîne.” Milyaketê Xudan li ber bêndera Arawnayê Yevûsî disekinî.