20 Tu caran nanê bihevîrtirş nexwin, li her dera hûn lê dijîn nanê şikeva bixwin.’”
Divê heft rojan li mala we hevîrtirş tunebe. Çimkî kesê tiştê bi hevîrtirş bixwe; çi welatî, çi jî xerîbên di nav we de wê ji civaka Îsraêl bê avêtin.
Mûsa hemû rîspiyên gelê Îsraêl civandin û ji wan re got: “Rabin ji bo malbatên xwe pez hilbijêrin û wekî qurbana Derbasbûnê serjê bikin.
“Tê xwîna qurbana min bi nanê bihevîrtirş serjê nekî. Wê qurbana Cejna Derbasbûnê nemîne serê sibê.
Wî meseleyeke din jî ji wan re got: «Padîşahiya Ezmanan dimîne hevîrtirşkê ku jinekê ew hilda û xist nav sê çap ar, heta hemû tirş bû.»