17 Hûnê Cejna Nanê Şikeva pîroz bikin, çimkî min hûn ref bi ref wê rojê ji welatê Misrê deranî. Hûnê nifş bi nifş vê rojê wekî qanûneke herheyî pîroz bikin.
Mûsa ji gel re got: “Vê roja hûn ji Misrê, ji warê koletiyê hatin deranîn, bi bîr bînin. Çimkî Xudan bi destê xwe yê hêzdar hûn ji wê derê deranîn, di vê rojê de wê nanê bihevîrtirş neyê xwarin.
“Tê Cejna Nanê Şikeva bikî. Çawa ku min li te emir kir, tê di rojên kifşkirî yên meha Avîvê de, heft rojan Cejna Nanê Şikeva pîroz bikî. Çimkî tu di meha Avîvê de ji Misrê derketî.
Hûnê bi goştê qurbanê re nanê bihevîrtirş nexwin. Ji ber ku hûn bi lez ji welatê Misrê derketin, hûnê heft rojan nanê şikeva bixwin ku nanê tengasiyê ye. Divê hûn wisa bikin ku di hemû rojên jiyana xwe de derketina ji Misrê ji bîr nekin.