13 Xwîna li ser xaniyên we, wê ji bo we bibe nîşan. Gava ez xwînê bibînim ezê di ser we re derbas bibim. Gava ez ji bo helakirinê li welatê Misrê bixim, wê tu bela neyê serê we.
Hûnê bi vî awayî wî bixwin: Divê pişta we girêdayî, çaroxa we di lingê we de û gopalê we di destê we de be. Divê hûn wî zû bixwin. Çimkî ev Cejna Xudan a Derbasbûnê ye.
Xudan ji bo li Misriyan bixe wê derbas be. Gava ew li serder û kêlekên deriyên we xwînê bibîne, wê di ser re derbas bibe û wê nehêle yê helak dike bikeve malên we û li we bixe.
Lê gava em ketin welêt, divê tu vî tayê sor bi pencereya ku te em jê daxistin ve girê bidî. Tê bavê xwe, diya xwe, birayên xwe û hemû maliyên bavê xwe li mala xwe bicivînî.