12 “‘Ezê wê şevê di welatê Misrê re derbas bibim. Hem ji mirovan û hem jî, ji heywanan, hemû yên pêşî bikujim û tevahiya îlahên Misrê dadbar bikim. Ez Xudan im.
Xudan ji bo li Misriyan bixe wê derbas be. Gava ew li serder û kêlekên deriyên we xwînê bibîne, wê di ser re derbas bibe û wê nehêle yê helak dike bikeve malên we û li we bixe.
wê xweyê wî, wî derxe hizûra Xwedê. Wê wî nêzîkî derî yan kêleka derî bike û guhê wî bi dirêşikê qul bike. Bi vî awayî, wê tevahiya jiyana xwe xulamiya wî bike.
Wê êgir berde malên îlahên Misrê. Wê wan bişewitîne û sirgûn bike. Çawa ku şivanek kulavê xwe li xwe dipêçe, wê welatê Misrê jî wisa bipêçe. Piştre wê ji wir bi xêr û silamet derkeve.
Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar dibêje: “Va ye ezê Amonê îlahê Tebesê, Firewn, Misir, hemû îlahên wê û padîşahên wê, erê ezê Firewn û kesên pê ewle ne ceza bikim.
Loma jî çawa ku kunêr û mişkan vî welatî xera dikin, hûn jî wisa bikin. Bi vê yekê, Xwedayê Îsraêl rûmetdar bikin. Dibe ku Xwedayê wan cezayê li ser we, welatê we û îlahên we kêmtir bike.