11 Hûnê bi vî awayî wî bixwin: Divê pişta we girêdayî, çaroxa we di lingê we de û gopalê we di destê we de be. Divê hûn wî zû bixwin. Çimkî ev Cejna Xudan a Derbasbûnê ye.
Xwîna li ser xaniyên we, wê ji bo we bibe nîşan. Gava ez xwînê bibînim ezê di ser we re derbas bibim. Gava ez ji bo helakirinê li welatê Misrê bixim, wê tu bela neyê serê we.
wê gavê ji wan re bêjin: ‘Ev qurbana Cejna Xudan a Derbasbûnê ye. Çimkî gava Xudan li Misriyan xist, di ser malên me re derbas bû û em xilas kirin.’” Gelê Îsraêl deverû çû erdê û perizî.
Ew ji pişt ve li ber lingên wî rawesta, bi girîn dest pê kir, lingên wî bi hêstiran şil kirin û ew bi porê serê xwe ziwa kirin. Wê lingên wî ramûsandin û rûnê bîhnxweş li wan da.