8 Wê hemû karmendên te werin, li ber min herin ser çokan û bêjin: Rabin herin, tu û kesên li pey te! Piştî vê yekê, ezê herim.’” Bi vî awayî ew bi hêrsa mezin ji ba Firewn rabû.
Ben-Hadad xebereke din ji Ahav re şand û got: “Wê ewqas leşkerên min li ser te hebin ku axa Sameryayê kulmên wan tije neke. Yan na, bila îlah vê yekê û jê zêdetir bîne serê min.”
Wê padîşah ji te re bavîtiyê, Şahbanû ji te re dadikiyê bikin. Wê deverû herin erdê û toza lingên te bialêsin. Wê gavê tê bizanibî ku Xudan ez im Û kesên li benda min dimînin Wê neyên şermezarkirin.”
Ezê kesên li te zordariyê dikin, Goştê wan bi wan bidim xwarin. Çawa ku şeraba şîrîn vexwaribin, Wê bi xwîna xwe serxweş bibin. Wê hemû beşer bizanibin Ku Xudanê tu rizgar kiriye ez im. Rizgarkarê te, Hêzdarê Aqûb ez im.”
Îsa bi hêrs li wan ên ku li hawirdora wî bûn nêrî, ji ber serhişkiya wan xemgîn bû û ji zilam re got: «Destê xwe dirêj bike.» Wî jî dirêj kir û destê wî qenc bû.
Wê xelaya diqeline, nexweşiya dadiqurtîne Û belaya dijwar bên ser wan. Ezê diranên cinawiran Û jehra marên di nav tozê de dişêlin Bi ser wan de bişînim.
Va ye, hinek ji kinîşta Îblîs hene. Ew ne Cihû ne, lê bi derew ji xwe re dibêjin Cihû. Ezê wisa bi wan bikim, ku ewê bên û li ber lingên te herin ser çokan û wê bizanin ku ez ji te hez dikim.
Gava ew gihîştin Sûkkotê, wî ji gelê bajêr re got: “Ji kerema xwe sominên nên bidin mirovên min, westiya ne. Ez didim pey Zevah û Salmunnayê padîşahên Mîdyaniyan.”