3 Piştî Mûsa û Harûn çûn ba Firewn, wan jê re got: “Xwedayê Îbraniyan Xudan wiha dibêje: ‘Heta kengê tê xwe li ber min nizim nekî? Gelê min berde ku xulamiya min bike.
Êlyas nêzîkî gel bû û got: “Heta kengê hûnê di navbera du aliyan de bi dudilî herin û werin? Heke Xudan, Xwedê ye, li pey wî bimeşin. Lê heke Baal Xwedê ye li pey wî bimeşin.” Gel tiştekî negot.
“Ahav çawa li ber min nizim bû te dît? Madem li ber min nizim bû, ezê di rojên wî de xerabiyê neşînim. Lê ezê di rojên kurê wî de xerabiyê bişînim ser mala wî.”
Dema te gotinên min ên li dijî vê derê û şêniyên wê bihîstin ku wê tune bibin û bên naletkirin, te dilê xwe nerm kir û li ber min xwe nizim kir. Te li ber min kincên xwe çirandin û tu giriyayî. Loma min guhê xwe da te.’ Ev e gotina Xudan.
Ev gelê xerab guh nade gotina min. Ew didin pey serhişkiya dilê xwe û îlahan ku ji wan re xulamiyê dikin û diperizin wan. Bi vî awayî wê bibin wekî wê piştênka ku bi kêrî tu tiştî nayê.
“Gazî tîravêjan û hemû kesên kevanan ditikînin bikin, Li dijî Babîlê bicivînin. Li derdora wê artêşgehan deynin, Bila tu kes nefilite. Bergîdana karê wê bidin, Çi kiribe, bînin serê wê. Çimkî wê li dijî Xudan, Li dijî Pîrozê Îsraêl quretî kir.
“Ezê heta kengê li dijî vê civaka xerab a ku li dijî min gilî û gazinên xwe dike li ber xwe bidim? Min gazinên gelê Îsraêl ên li dijî min dikin bihîstin.
Hay ji xwe hebin û yê ku dipeyive red nekin. Ew ên ku dengê wî yê ku ew li ser erdê hişyar kirin, red kirin, xilas nebûn. Îcar, eger em berê xwe ji wî yê ku ji ezmanan dibêje badin, em hê bêtir nikarin xilas bibin.