15 Wan tevahiya welêt nixamt ku welat reş û tarî bû. Wan giyayê seranserê welêt û fêkiyê hemû darên ku ji ber zîpikê mabûn xwarin. Li seranserê welatê Misrê, ne dar, ne giyayên çolê, tu şînahî nema.
Xudan ji Mûsa re got: “Tu destê xwe bi ser welatê Misrê ve dirêj bike ku kulî li welatê Misrê bibarin, hemû giyayê welat û ya ku ji ber zîpikê maye bixwin.”
Balaq ji bo gazî Balamê kurê Beor bike qasid şandin. Balam li keviya Feratê, li Petora welatê Emawê rûdinişt. Balaq got: “Ji Misrê miletek derket ku rûyê erdê dadigire û va ye li kêleka min bi cih bûye.