6 Bi demê re Ûsiv, hemû birayên wî û tevahiya wî nifşî mirin.
Ûsiv ji birayên xwe re got: “Ez li ber mirinê me. Lê bêguman wê Xwedê were alîkariya we û we ji vî welatî bibe wî welatê ku ji Îbrahîm, Aqûb û Îshaq re soza wê dabû.”
Ûsiv di sed û deh saliya xwe de mir. Wan ew mûmya kir û xist tabûtekê. Ew li Misrê ma.
Nifşek diçe û nifşek tê, Lê dinya her wek xwe dimîne.
Piştî ku tevahiya wî nifşî mir û gihîşt bav û kalên xwe, nifşekî din rabû ku Xudan û ya ku wî ji bo gelê Îsraêl kiriye nizanibû.