22 Li ser vê yekê Firewn ferman da tevahiya gelê xwe û got: “Her zarokê kur ê Îsraêlî gava çêbû bavêjin Çemê Nîlê lê keçikan sax bihêlin.”
Piştî du salan, Firewn xewnek dît: Ew li ber keviya Nîlê sekinîbû.
Dû re, wî dilê dijminên wan guhart, Da ku ji gelê wî nefret bikin, Û hîlekarî li wan bikin.
“Gava hûn ji jinên Îbranî re pîriktiyê bikin û jina li ser textê zarokanînê bibînin wisa bikin: Heke kur be bikujin, lê keç be dest nedinê.”
Wê selik vekir û zarok dît. Kurik digiriya. Ew li ber wî ket û got: “Ev, zarokekî Îbraniyan e.”
Çimkî lingên wan ber bi xerabiyê ve dibezin Û ji bo rijandina xwînê dilezînin.
Xezeb xedar e, hêrs jî lehî ye, Lê kî dikare li ber hesûdiyê bisekine?
Çimkî heta xerabî nekin, nikarin razên, Heke ew kesekî nedin terpilîn, xewa wan nayê.
Wî hîlebazî li nijada me kir, li bav û kalên me zor kir ku ew zarokên xwe bavêjin derve, da ku nejîn.
Gava ku Mûsa çêbû, bi baweriyê, dê û bavê wî sê mehan ew veşartin. Çimkî dîtin ku zarok pirr xweşik e û ji fermana padîşah netirsiyan.