18 Padîşahê Misrê gazî pîrikan kir û ji wan re got: “We çima wisa kir? Çima zarokên kur sax hiştin?”
Avşalom ji xizmetkarê xwe re got: “Guhdarî bikin! Li bendê bin heta ku Amnon ji şerabê serxweş bibe. Gava min got: ‘Li Amnon bixin’ lêxin û wî bikujin. Netirsin! Fermanê ez didime we. Hêzdar û wêrek bin.”
Lê pîrik ji Xwedê ditirsiyan, wan li gorî emrê Padîşahê Misrê nekir. Zarokên kur sax hiştin.
Pîrikan ji Firewn re got: “Jinên Îbraniyan ne wekî jinên Misriyan in. Ew gelekî xurt in û hê beriya pîrik bên, zarokan tînin.”
Di gotina padîşah de hêz heye. Ma kî dikare jê re bêje: “Tu çi dikî?”