16 “Gava hûn ji jinên Îbranî re pîriktiyê bikin û jina li ser textê zarokanînê bibînin wisa bikin: Heke kur be bikujin, lê keç be dest nedinê.”
Dû re, wî dilê dijminên wan guhart, Da ku ji gelê wî nefret bikin, Û hîlekarî li wan bikin.
Padîşahê Misrê ji pîrikên Îbranî yên bi navên Şîfra û Pûayê re wiha got:
Li ser vê yekê Firewn ferman da tevahiya gelê xwe û got: “Her zarokê kur ê Îsraêlî gava çêbû bavêjin Çemê Nîlê lê keçikan sax bihêlin.”
Lê gava ku rezvanan kur dît, ji hevdû re gotin: ‹Ev wêris e! Werin, em wî bikujin û bibin xwediyê mîrasa wî.›
Wî hîlebazî li nijada me kir, li bav û kalên me zor kir ku ew zarokên xwe bavêjin derve, da ku nejîn.
Gava ku Mûsa çêbû, bi baweriyê, dê û bavê wî sê mehan ew veşartin. Çimkî dîtin ku zarok pirr xweşik e û ji fermana padîşah netirsiyan.
Û dûvikê wî sêyeka stêrên ezmên xişandin û ew avêtin ser rûyê erdê. Ejder li ber wê jina ku li ber zarokanînê bû rawesta. Ew li benda bûyîna zarok bû, ku wî daqurtîne.