Daniyêl 4:33 - Kurmanji Încîl33 Ev gotina li ser Nebûxadnessar tam di wê saetê bi cih bû. Wan ew ji nav mirovan avêtin. Wekî dewaran giya xwar. Bedena wî bi xunava ezmanan şil bû. Porê wî wekî sîxên teyran, neynûkên wî wek napên çivîkan dirêj bûn. အခန်းကိုကြည့်ပါ။ |
Wê te ji nav mirovan biqewitînin, tê bi heywanên çolê re bimînî û wê wekî ga, giya bi te bidin xwarin. Tê bi xunava ezmanan şil bibî, heta ku heft dem di ser te re derbas bibin. Tê hîn bibî ku Yê Herî Berz di ser padîşahiya mirovan re serweriya xwe didomîne û dilê wî ji kê re bixwaze, padîşahiyê dide wî.