Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Daniyêl 3:12 - Kurmanji Încîl

12 Hin Cihûyên ku te li Herêma Babîlê danîne ser kar hene: Şadrak, Mêşak û Eved-Nego. Ya padîşah, ew te nahesibînin. Ew ji îlahên te re xulamiyê nakin û naperizin peykerê ku te daniye.”

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Daniyêl 3:12
15 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Haman ji Ahaşwêroşê Padîşah re wiha got: “Li hemû herêmên padîşahiya te de miletek heye ku di nav gelên din de belav bûye û ji wan cuda ye. Qanûnên wan, ji qanûnên hemû gelên din cudatir in û ew guh nadin qanûnên padîşah jî. Nabe ku padîşah wan di vê rewşê de bihêle.


Xezeb xedar e, hêrs jî lehî ye, Lê kî dikare li ber hesûdiyê bisekine?


Min dît ku di bingeha her ked û serketinê de hesûdî heye. Ev jî pûç e û wek ketina pey bayê ye.


Berpirsiyarê karmendên qesrê navên nû li wan kir. Wî navê Daniyêl Bêlteşassar, navê Hananya Şadrak, navê Mîşaêl Mêşak û navê Ezarya Eved-Nego danîn.


Padîşah Daniyêl danî ser meqamê bilind û gelek diyariyên mezin dan wî. Wî ew li ser hemû herêmên Babîlê kir serwer û li ser hemû şehrezayên wê kir qeymeqam.


Daniyêl ji padîşah xwest ku ew Şadrak, Mêşak û Eved-Nego bikin serkarên Herêma Babîlê. Lê Daniyêl li qesrê ma.


û kesê deverû neçe erdê û neperize, wê bê avêtin nav tenûra sincirî.


Şadrak, Mêşak û Eved-Nego bersiv da û ji padîşah re got: “Ya Nebûxadnessar, hewce nake ku em di vê mijarê de bersiva te bidin.


Loma ez emir dikim: Her gel, milet û zimanê ku ji Xwedayê Şadrak, Mêşak û Eved-Nego re bêrûmetiyê bike, wê perçe bibe û mala wî bibe şikêra keviran. Çimkî tu xwedayekî ku dikare wiha rizgar bike tuneye.”


Piştre wî Şadrak, Mêşak û Eved-Nego li Herêma Babîlê anîn ser meqamên bilindtir.


Wan bersiv da û li pêş padîşah got: “Daniyêlê ji sirgûnên Cihûdayê ne te, ne jî fermana ku te mor kiriye hesab dike. Ew rojê sê caran duaya wî dike.”


Gava padîşah ev gotin bihîstin, pir xemgîn bû. Wî biryar da ku Daniyêl rizgar bike. Ji bo rizgariya wî, heta roj çû ava xebitî.


û Yason ew hewandine mala xwe. Ev hemû li hember qanûnên Qeyser radibin û dibêjin: ‹Padîşahekî din heye, navê wî Îsa ye.›»


got: «Me hişk li we emir kir ku hûn bi vî navî hîn nekin, lê va ye, we Orşelîm bi hînkirina xwe tije kir û hûn dixwazin xwîna vî mirovî bixin ser me.»


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ