Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Daniyêl 11:37 - Kurmanji Încîl

37 Wê ne ji îlahên bav û kalên xwe re, ne ji ya ku îlahê jin jê hez dikin û ne jî, ji tu îlahekî din re biperizin. Çimkî wê xwe di ser wan hemûyan re bibîne.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Daniyêl 11:37
14 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Wî ji jinikê re got: “Gava zarokanînê ezê êşa te gelekî zêde bikim Û bi êş tê zarokê xwe bînî. Tê hewcedarê mêrê xwe bî Ewê jî serwerê te be.”


Çimkî Xwedê dizane, çaxê hûn ji wê bixwin, wê çavên we vebin û wekî Xwedê, hûnê bi qencî û xerabiyê bizanin.”


Te di dilê xwe de digot: “Ezê rabim ezmanan, Ezê textê xwe deynim ser stêrên Xwedê. Ezê li çiyayê dîwana îlahan, Li bilindahiya Safonê rûnim.


Ezê hilkişim serê bilindahiya ewran, Ezê xwe bikim mîna Xwedayê Herî Berz.”


“Wê padîşah li gorî dilê xwe tevbigere. Wê xwe bilind bike, xwe ji her îlahî mezintir bike û tiştên kirêt li dijî Xwedayê Herî Mezin bêje. Heta ku Xwedê xezeba xwe bibarîne, wê bi ser bikeve. Çimkî ya ku biryar daye wê pêk be.


Wê di şûna wan de, îlahê kelehan birûmet bike. Wê zêr û zîv, kevirên hêja û diyariyên biha pêşkêşî îlahekî bike ku bav û kalên wî nas nake.


Wî xwe bi qasî Pêşengê Artêşa Ezmanan mezin kir. Pêşkêşiya rojane ya ji bo Xwedê hat rakirin. Pîrozgeh jî hat hilweşandin.


heke kesek ji we, di nav êsîran de jineke bedew bibîne û dilê wî bikevê, ew kes dikare pê re bizewice.


“‘Tê çav bernedî jina cîranê xwe. Tê nexwazî mal, zevî, xulam, xadim, ga, ker an jî tu tiştekî cîranê xwe.’


Ewê li hember her tiştê ku jê re xwedê tê gotin an tê perizîn rabe û xwe di ser her tiştî re bigire, heta ewê di Perestgeha Xwedê de rûne û bêje: «Ez Xwedê me.»


Ew nahêlin ku mirov bizewicin û dixwazin ku mirov xwe ji wan xwarinan dûr bixin, yên ku Xwedê afirandine, da ku ew ji aliyê bawermend û rastîzanan ve bi şikirdarî bên standin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ