31 Cariyeya wî ya ku li Şexemê dima jî jê re kurek anî. Wî navê wî Avîmelek danî.
Hacerê ji Avram re kurek anî û navê Îsmaîl lê kir.
Îbrahîm ji bo Saraya jina xwe got: “Ev xwişka min e.” Wî Avîmelekê Padîşahê Gerarê şand pey Sarayê û ew anî.
Cariyeya Nahor a bi navê Reûma jî, Tevah, Gaham, Tahaş û Maexa anîn.
Gîdyon gelek jin ji xwe re anîn û heftê kurên wî çêbûn.
Gîdyonê kurê Yoaş emrekî dirêj kir û mir. Ew li bajarê Ofraya Aviyezeriyan, di gora Yoaşê bavê xwe de hat veşartin.
Lê we îro li dijî mala bavê min serî hilda. We kurên wî, heftê kes li ser kevirekî kuştin û Avîmelekê kurê cariyeyekê, li ser mêrên Şexemê kir padîşah. Çimkî ew birayê we ye.