28 Mîdyanî li ber gelê Îsraêl têk çûn û careke din serê xwe ranekir. Di dema Gîdyon de welat çil salan di nav aştiyê de ma.
Binêre, dijminên te tevliheviyê dertînin, Yên ku ji te nefret dikin, serî hiltînin.
Çawa ku wî Mîdyanî li Zinarê Orêvê têk birin, wê Xudanê Karîndar qemçî li dijî wan rake. Wê gopalê wî li ser deryayê be û wekî wî li Misrê kir, wê li dijî wan jî rake.
Çimkî çawa ku te di roja Mîdyanê de şikandin, Tê nîrê li ser wan dibe bar, Darê zilma li ser milê wan, Gopalê li ser pişta wan bişikênî.
Heta mirina Otniyêlê kurê Qenaz, welat çil salan di nav aştiyê de ma.
Bi vî awayî, Moavî wê rojê ketin bin destê gelê Îsraêl. Welat heştê salan di nav aştiyê de ma.
Ya Xudan, bila hemû dijminên te wiha tune bibin. Lê hezkiriyên te bila wekî rojê bibiriqin.” Piştî vê yekê welat çil salan di nav aştiyê de ma.
Gîdyon ji zêr êfodek çêkir û ew bir Ofraya bajarê xwe. Tevahiya gelê Îsraêl li wir ev pût heband. Ev ji bo Gîdyon û malbata wî bû dafikek.
Yerûbbaalê kurê Yoaş çû û li mala xwe rûnişt.
Filîstiyên ku şikestin, careke din sînorê gelê Îsraêl derbas nekirin. Heta Samûêl sax bû, Xudan rê li ber êrîşên Filîstiyan girt.