24 Piştre gelê Îsraêl ji wê derê vegeriya ser axa xwe, ba eşîr û malbatên xwe.
Gava roj li ber avabûnê bû ji nava artêşê dengek bilind bû: “Bila herkes vegere cih û warê xwe!”
Binyamîniyan jî wisa kir. Li gorî hejmara xwe ji keçên ku direqisîn, revandin. Paşê ew çûn ser axa xwe, bajarên xwe ava kirin û lê rûniştin.
Di wan rojan de li welatê Îsraêl padîşah tunebû. Her kesî tiştê di çavê wan de rast bû, dikir.