17 Paşê wan got: “Ji bo ku eşîreke gelê Îsraêl ji ser rûyê erdê ranebe, divê mîrasxurên Binyamîniyan hebin.
Lê wê welat bi riya pişkê bê parvekirin. Wê herkes mîrasa xwe li gorî eşîra bavê xwe bistîne.
Bi vî awayî wê mîrasa gelê Îsraêl ji eşîrekê derbasî eşîreke din nebe. Wê her kesê ji gelê Îsraêl, girêdayî mîrasa eşîra xwe bimîne.
Rîspiyên civatê got: “Ji yên mayî re emê çawa jinan bibînin? Çimkî jinên Binyamîniyan hatin kuştin.”
Em nikarin keçên xwe bi wan re bizewicînin. Çimkî gelê Îsraêl sond xwaribû û gotibû: ‘Nalet li wan were ku keçên xwe bidin Binyamîniyan.’”