19 Lê gava dadger dimiriya, dizivirîn û ji bav û kalên xwe bêtir xera dibûn. Wan dîsa dida pey îlahan, xulamiya wan dikirin û li ber wan deverû diçûn erdê. Wan dev ji tu kar û riya serhişkiyê bernedida.
“Lê dema ku rihetî dîtin dîsa li ber te xerabî kirin. Ji ber vê yekê te ew di destê dijminên wan de hiştin û li ser wan hikim kirin. Dema ew vegeriyan û ji te re kir hewar, te ji ezmanan bihîst û li gorî rehma xwe, gelek caran ew rizgar kirin.
Hergav ji kesên min kêm dibînin re dibêjin: ‘Xudan dibêje: Wê qencî li ser we be!’ Ew ji wan kesan re dibêjin Ku ketine pey serhişkiya dilê xwe: ‘Wê xerabî bi ser we de neyê!’
Wê demê wê ji Orşelîmê re bêjin: ‘Textê Xudan.’ Wê hemû milet li wir, bi xatirê navê Xudan li Orşelîmê bicivin û êdî wê nedin pey hişkiya dilê xwe yê xerab.
Çimkî ez dizanim piştî mirina min hûnê bi tevahî dilxerab bibin û ji wê riya min li we emir kiriye averê bibin. Di rojên pêş de wê xerabî bên serê we, çimkî hûnê tiştên di çavê wî de xerab in bikin. Hûnê bi kirinên destê xwe, Xudan hêrs bikin.”
Di tevahiya emrê Yêşû û tevahiya emrê rîspiyên ku hemû kirinên Xudan ji bo gelê Îsraêl kirine zanibûn û piştî Yêşû sax mane de, gelê Îsraêl xulamiya Xudan kir.
Gava Xudan ji bo wan dadgerek derdixist, Xudan pê re bû û wî dadgerî di hemû rojên xwe de ew ji destê dijminê wan rizgar dikir. Çimkî Xudan ji ber nalîna wan a ku zordaran tengasî dida wan, li ber wan diket.
Li ser vê yekê hêrsa Xudan li dijî gelê Îsraêl rabû. Wî got: “Ji ber ku vî miletî peymana min a ku min li bav û kalên wan emir kir xera kir û guhdariya dengê min nekir,
Di tevahiya emrê Yêşû û emrê rîspiyên ku piştî Yêşû sax mane de gelê Îsraêl xulamiya Xudan kir. Wan hemû kirinên Xudan ên mezin ji bo gelê Îsraêl kirine dîtibûn.