30 Her kesê ku ev yek dît, got: “Ji roja ku gelê Îsraêl ji welatê Misrê derketiye heta îro tiştek wiha çênebûye û nehatiye dîtin. Li ser vê yekê bifikirin û bêjin ka emê çi bikin.”
Gelê bêrêber dikeve, Lê bi zêdebûna şêwirmendan rizgar dibe.
Ji quretiyê tenê pevçûn derdikeve, Lê kesê şêwrê qebûl dike, şehreza ye.
Gava şêwir nabe, pîlan vala derdikevin, Lê zêdebûna şêwirmendan serketinê tîne.
Pîlan bi şêwrê tên xurtkirin, Bi rêberên saxlem re here şêr.
Çimkî tu bi rêberiyê şerê xwe dikî Û bi zêdebûna şêwirmendan serfiraz dibî.
Wek di rojên Gîvayê de, Her ku çû dilê wan xerabtir bû. Xwedê wê neheqiyên wan bi bîr bîne, Cezayê gunehên wan bide.
Niha Îsraêlîno! Hûn hemû li vir fikir û şêwra xwe bêjin.”