18 Lêwiyî got: “Em ji Bêtlehema Cihûdayê derbasî pişta herêma çiyayî ya Efrayîmê dibin. Ez ji wê derê me. Ez çûbûm Bêtlehema Cihûdayê, lê niha vedigerim mala xwe. Kesî em nehewandin.
Gelê Îsraêl rabû çû Bêt-Êlê. Li wir, wan ji Xwedê pirsî û got: “Kî ji me wê pêşî here û li dijî Binyamîniyan şer bike?” Xudan got: “Wê eşîra Cihûda pêşî here.”
Êlqana her sal ji bajarê xwe derdiket û diçû Şîloyê ku biperize Xudanê Karîndar û qurbanan pêşkêşî wî bike. Hofnî û Pînehas du kurên Elî bûn û li wê derê kahinên Xudan bûn.