28 Ji ber ku ew ji Saydayê dûr bûn û têkiliya wan bi kesî re tunebû, tu kes Layîş rizgar nekir. Bajar li deşta nêzîkî Bêt-Rehovê bû. Daniyan bajar ji nû ve ava kir û tê de rûniştin.
Gava Emmoniyan dît ku li ber çavê Dawid reş bûne, wan xeber şand Bêt-Rehov û Sovayê. Bîst hezar leşkerên peya yên Aramî, Padîşahê Maexayê û hezar leşkerên wî ji gelê Tovê jî duwanzdeh hezar zilam kirê kirin.
Xudan ew dan destê gelê Îsraêl. Wan ew şikandin û heta Saydaya Mezin û Mîsrefot-Mayîmê û ber bi rojhilat ve heta Geliyê Mîspeyê dan pey wan. Wan li wan xist û tu kes sax nehişt.
Her pênc zilam rabûn çûn. Gava hatin Layîşê, wan dît ku xelkê bajêr wekî Saydayiyan xuya dibûn; bêxem, di aramî û ewlehiyê de dijîn. Xelkekî din ê ku li wan zorê dikir tunebû. Ew ji Saydayiyan dûr bûn û têkiliya wan bi kesekî re tunebû.