17 pênc zilamên ku sixûriya herêmê dikir ketin hundir. Wan êfod, pûtên malê û pûtên rijandî û qewirandî hildan. Kahin jî li ba şeş sed çekdaran li ber dergeh disekinî.
Ew wî li ser pişta xwe hildigirin, Bar dikin û dibin li cihê wî datînin. Ew li cihê xwe disekine û nalebite. Çaxê yek jê re dike feryad bersivê nade, Wî ji tengasiya wî xilas nake.
Pênc zilamên ku sixûriya herêma Layîşê dikir, ji birayên xwe re got: “Hûn dizanin ku di yek ji van malan de, êfodek, pûtên malê û pûtekî rijandî hene? De ka bêjin, hûnê çi bikin!”
Bi vî awayî Daniyan ji eşîra xwe, ji bajarên Sora û Eştaolê pênc şervanên mêrxas şandin ku sixûrî û lêkolîna welêt bikin. Wan ji şandiyan re got: “Herin, lêkolîna welêt bikin.” Gava hatin mala Mîxa ya ku li herêma çiyayî ya Efrayîmê bû, ew li wir man.
Yoaş ji kesên li hember wî disekinin re got: “Ma parastina Baal bi we ketiye? Hûnê wî rizgar bikin? Kesê Baal diparêze wê serê sibê bê kuştin! Heke ew îlah e, bila xwe biparêze. Çimkî gorîgeha wî hatiye hilweşandin.”