14 Pênc zilamên ku sixûriya herêma Layîşê dikir, ji birayên xwe re got: “Hûn dizanin ku di yek ji van malan de, êfodek, pûtên malê û pûtekî rijandî hene? De ka bêjin, hûnê çi bikin!”
Eyûb wiha got:
Lawo, heke tu guhdariya şîretê bihêlî, Tê ji gotinên zanînê bixapî.
Çimkî gelê Îsraêl wê demeke dirêj bê padîşah û serek, bê qurban û kevirbel, bê êfod û pûtê malê bimînin.
Perestgeheke Mîxa hebû. Wî êfodek û çend heb pûtên malê çêkiribûn û kurekî xwe jî wekî kahin kifş kiribû.
Ji wir, ew derbasî herêma çiyayî ya Efrayîmê bûn û hatin mala Mîxa.
Wan berê xwe da mala Mîxa ku xortê Lêwiyî lê dima. Gava ketin hundir, wan li rewşa wî pirsî.
Gîdyon ji zêr êfodek çêkir û ew bir Ofraya bajarê xwe. Tevahiya gelê Îsraêl li wir ev pût heband. Ev ji bo Gîdyon û malbata wî bû dafikek.
Yekî li wir ji Yonatan re got: “Bavê te sond bi leşker da xwarin û got: ‘Nalet li wî ku heta êvarê nan bixwe!’ Loma jî leşker ji hal ketine.”
Mîkal pûtê malê hilda, xist nav nivîna, gilokek ji mûyê bizinan danî ber serî û lihêfek pê dakir.